Kultur

Şivan Perwer piştî 9 salan bi du albumên nû vedigere

Du berhemên nû yên hosteyê gewre yê muzîka kurdî  Şivan Perwer ku ji demeka dirêj ve bi meraq li bendê dihat sekinandin ji alîyê Pel Recordsê wekî cotealbum tên çapkirin.

Ji van albumên ku bi rêzenavên Şivannameyê tên çapkirin ya yekem Gazind e. Şivan Perwer,  bi vê albuma ku ji 10 stranan pêk tê,  xem û xeyalên xwe û hestên xwe yên ji dil û can bi guhdarvanên xwe re parve dike. Şivan Perwer, stranên ku bi şêweyên klasîk ên mûzîka kurdî nivîsandîye li gel orkestraya sazên bikevan distirê û  bi dengê xwe yê bihêz û bi şîroveyên xwe, şêwaz û hilmek nû tevlî muzîka kurdî dike. Gotin û awazên hemû stranên albumê yên Şivan Perwer in. Tenê strana ‘Yêmo’  ji alîyê Şivan Perwer û Mahmûd Baksî ve bi hev re hatîye nivîsîn.

Di albuma Destana Rojava de, ku ji rêzealbumên Şivannameyê ya duyem e, Şivan Perwer, tarîxa nêzîk a kurdên Sûrîyeyê ku ji bo azadîya xwe li ber xwe didin, êşên wan, nirxên wan ên welatparêzîyê,  hêvîyên wan û têkoşîna wan bi şîrovekirineka  destanî  digihîjîne guhdarvanan.  Şivan Perwer, di vê berhema ku bi şêwazeka senfonîk hatîye amadekirin de rêzdarî, heyranî û minetdarîya xwe ya ji bo kurdên Sûrîyeyê ku heta niha bi fedakarî alîkarîya kurdên parçêyên din kirine û ji wan re bûne stargeh, îfade dike. Di albumê de ji xeynî stranên gelêrî, hemû gotin û awazên berheman ên Şivan Perwer in.

Hilberînerî, aranjorî û hemû qeydên studyoyê yên  albumên Gazind û Destana Rojava ji alîyê Hakan Akay ve hatine çêkirin. Di albuma Gazind de, bi reveberîya  Dietmar Mensinger  Orkestraya Şivan Perwer a Sazên Bikevan li gel berheman lêdixe. Di her du albuman de jî li gel Şivan Perwer û Hakan Akay gelek muzîkjenên bi navûdeng bi amûrên xwe hevkarî û piştgirî kirine.

Hilberînerîya ev yekem  cotealbumên ku li dû albuma Sebra Mala ya di 2003yê de li Swedê çap bûbû derdikeve pêşberî hezkirîyên Şivan Perwer, ji alîyê Pel Recordsê ve tê kirin. Li Tirkîyeyê belevkirina albumê dê  ji alîyê Sony Music,  li Kurdistana Başûr û li Irakê jî dê ji alîyê Vîn Production  ve bê çêkirin. Album, dê di 18ê kanûna pêşîn a 2012an de li TIrkîyeyê û li Kurdistana Başûr di heman demê de derkeve bazarê.

Ji hêla din ve dê çapkirina hemû katalogên Şivan Perwer ku heta niha şeş album ji wan çap bûne, di hefteyên pêşîya me de berdewam bike.

Back to top button