CivakRojev

Çeteyên PKKê cardin zarokek revandin

Li gora dezgehê Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûrî dide xûyakirin, keça 14 salî Emîra Xalid Şêxo roja 17/7/2022 li taxa Şêx Meqsûd a Helebê ji aliyê çeteyên Ciwanên Şoreşger ve hatiye revandin û ji bo navendeke leşkerî hatiye birin.

Dezgehê Çavdêriya Mafên Mirovan a Surî diyar kir, Emîra Xalid Şêxo ji gundê Qasim ê navçeya Raco ya Efrînê ye û bi malbata xwe re koçberî taxa Şêx Meqsûd a Helebê bûye.

Ji dema dagîrkirina herêma Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di Adara 2018an de, zêdetir ji 300 hezar kes ji Efrînê koçber bûn û hejmarek mezin ji wan li herêma Şehba ya li bakurê Helebê û taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi cih bûn.

Malbatên zarokên revandî kiryarên Çeteyên Ciwanên Şoreşger şermezar dikin û bang li rêxistinên ku girîngiyê didin mafên zarokan, rêxistinên navdewletî û aliyên pêwendîdar dikin ku fişarê li Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD bikin ta ku çarenivîsa zarokên wan diyar bikin.

Back to top button