Cîhan

Çalakiyên şerê li dijî Suriye

Piştî ku 16 keştiyên şer ên Emerîkayê ku di nava wan de keştiya bi navê “Dwight Eisenhower” jî heye û ku niha li nêz perava Sûriyê di Deryaya Sipî de dipên û lenger bera erdê dan, Rûsya jî li pêşberê wan keştiyên Emerikayê şeş keştiyên xwe yên şer ku ew girêdayê bi barîgeha Sivastopolê  ve ne, li deryaya Sipî xistine hanehayê û niha li pêşber kendava Sarosê dipên.

Bi van çalakiyên leşkerî yên keştiyan re, têkeliyên dîplomatîk ên Emerîka û Rûsyayê jî derheq Sûriyê de ketine sincirandineke wisan ku ava Deryaya Sipî jî bi xwe re germ kirine.

Du-sê roj berê, Rojeva Kurd ragîhandibû ku Rûsya eger dest ji Beşar Eser berde jî, lê belê ew dest ji Sûriyê bernade. Ha bi van şeş keştiyan jî diyar bû ku wê Rûsya ji mafê xwe yê li Sûriyê venekişe. Tenê bi yek tiştekî wê vekişe, ev ejî ev e: Eger Artişa Azad rejîma Sûrî û bermayên wê hemû bimalîne, hingê Rûsya ji ber xwe ve di xwe ji Sûriyê vekişîne.

Back to top button