Polîtîk

Elewî nabin AKP yî

 Parlemana Manisayê ya Partiya Komarî ya Gel (CHP), Sakine Oz li bajarê Manîsayê di civîneke li Komeleya Elewiyan a Çandî de gotiye: ”AKPyî nabin Elewî û Elewî jî nabin AKPyî”.

Xanima parleman li axaftina xwe weha domandiye: ”Bobelata ku li Hz. Huseyîn û alîgirên wî hatiye kirin, îro jî hikûmeta AK Partîyê eynî tişt li Elewiyan dike.”

Naveroka axaftina vê jinika ”Dosta Elewiyan” salên 1925-40î tîne bîra mirov û wê jibîr kiriye ku ew ”dadgeh”a li Elezîzê ku ji çend leşkeran di şevekê de pêkanîbûn û ku temenê Seyid Riza di eynî şevê de piçûk kirin û temenê kurê wî jî mezin kirin, pêşî kurê wî û piştre jî wî daleqandine, herwekî ne partiya wê bûye!

Dîsa xanima parlerman jibîr kiriye ku ew leşkerên Dêrsimê bilêc kirine û bi dehhezaran jin û zarûk û seqet û kal kuştine, ne yên desthelatiya Partiya wê bûne.

Dîsa xanima parlementer jibîr kiriye ku ew desthelatiya ku zimanê kurdî qedexe kiriye û bi xûnxwariyeke mezin rewşenbîrên Kurd kuştin û gelekan jî li Dadgehên Istiqlalê xeniqandin, ne partiya wê bûye.

Dîsa xanima parleman jibîr kiriye ku ew rêxistina ku mizgeftên Kurdan kiribûn tewleyên hespên cendirmeyan, ne desthelatiya partiya wê bûye.

Dîsa xanima parlerman jibîr kiriye ku yê lêborîn ji Kurdên Dêrsimê xwestiye, ne hikûmeta AK Partiyê bûye, lê herwekî partiya wê CHP bûye.

Ev xanima parlerman a bi navê Sakine Oz wek mesela “Uzir ji qebehetê mezintir” peyivîne û rûreşî û kiryarên partiya xwe yên hovane ku li ser Kurdên Dêrsimê hatine kirin, dixe situyê desthelatiya hikûmeta AK Partiyê.

Wele govend e û xweşgovend e, lê belê hêj govendgêrî derbeketine qada govendê…


Nûçe: M.Z

Back to top button