PolîtîkRojev

Elî Ewnî:Hûn dixwazin destên xwe yên qirêj li ser me paqij bikin!

Duran Kalkan endamê reveberiya PKKê, gelek cara di axavtinên xwe de PDK bi hinek tiştan tawanbar dike. Piraniya caran PDK guh nade van gotinêa û bê deng dimîne. Lê carna jî hinek berpirsên PDKê pêwist dibînin ku bersiva Kalkan bidin û derewên wî eşkere dikin.

Endamê serkirdeyatiya PDKê Elî Ewnî bersiva tohmetên Duran kalkan dide û dibêje: “Bêguman bîreweriya Duran Kalkan gelek kurt e, PDK bi salan beriya PKK hatiye damezrandin. Beriya AKP hebe PDK hebû û di tekoşînê de bû û hindêk tişt bo kurd bi dest xistine, nimûneyên Duran Kalkan û hevalên wî yên serkirdayetîyê eger kurdayetuyê fêr bûbin, ew ji Barzanî û PDKê fêr bûne. Ti niyeta me bi AKP’ê re nîne, lê em ji bo azadiya gelê kurd têdikoşin û me li Başûr hikûmetek ava kir û em hemû karekî dikin ji bo ku hikûmet bimîne û xwe biparêze û nebe problem ji bo welatên cîran. Yê ku ji bo vî welatî û wî welatî vê rolê dilîze û wan welatan dikişînê Herêma Kurdistanê PKK ye. Yê ku artêşa Tirk dikişîne nava xaka Kurdistanê PKK ye. PKK bi xwe ne, beşek e ji hinek ji saziya Ergenekonê û dewleta  tirk in, hinek jî girêdayî navenda Remezanê ne, hinek ji wan mûçeyê Heşdî Şeibî ne û miriyên wan ên li Şengalê weke şehîdên Heşdî Şeibî hatine tomarkirin. Herçi qirêjiya wan hebe dixwazin li ser yên din, yanî dixwazin destên xwe yên qirêj li ser me paqij bikin.”

Li ser hewla PKKê bo şerekî navxweyî jî Elî Ewnî dibêje: ‘’Dixwazin me bixin nava şerê navxweyî, ne PDK, hikûmet û hemû Herêma Kurdistanê naxwazin ligel PKKê şer durist bibe. Em naxwazin ew nexşeya PKK û axayên wê dixwazin li Herêma Kurdistanê were cîbicîkirin.

Em di wê baweriyê de ne ku li şûna ku em bi PKKê re şer bikin, baştir e ku bi axayên PKKê û yên ku pêşengiya PKKê kirine re muzakere bikin, da ku ev şer ji herêmê dûr bikeve, bila paşve vegere.”

Back to top button