Mixalifan balefireke Suriyê xistine xwarê
Mixalifên ku li Suriyê dijî rejîma Beşşar Esed şer dikin, îdia kirin ku wana balefireke şer a aîda Hêzên Ezmanî yên Suriyê xistine xwarê. Doh jî ji aliyê mixalifan ve helîkoptereke rejîma Suriyê hatibû xistin. Balefira ku tê îdiakirin hatiye xistin, li ser sînorê Tirkiyê, li bajaroka Akma ketiye.
Ajansa Nûçeyan a Fransiz AFPê jî ragihandiye ku, mixalifan bi fuzeyeke ku li erdê avêtine, li nêzika sînorê Tirkiyê li Akmayê, balefireke şer a artêşa Suriyê xistine xwarê. Nûçegîhanê AFPê diyar kiriye ku piştî teqîneke mezin balefira şer ketiye jêr.
Di nav du rojan de li ser hev mixalifan helîkopterek û balefirek xistin. Ji ber vê, çekên di destên mixalifan de bal kişandiye ser xwe. Tê ragihandin ku di destên hêzên mixalif de fuzeyên ku ji erdê davêjine hewa hene.
Rojnameya Amerîkî New York Times, doh piştî ku li bajarê Helebê, ji teref mixalifan ve helîkoptereke artêşa Suriyê hate xistin, di nûçeyeke xwe de eşkere kiribû ku di destên hêzên mixalifan de fuzeyên ajodar (gudumlu) hene.
Mixalifan heta niha, bi tifengên otomatîk bera helîkopter û balefirên şer didan.