Civak

Di doza ergenekonê de îdiayek erjengî

 

Serokê Dadgeha Stenbolê ya 13min a Cezayê Giran Hasan Hüseyin Özese di rûniştina dadgehkirinê ya îro de biryarê eşkere kir.

Li wê gorê Civata Dadgehê biryarên ku 28-29 û 30ê Gulana 2012an wergirtibûn, li gor beyana dîdevanan hatiye peyitandin ku ew çeka Alparslan Aslanê Çewlikî ku pê êrîş biriye ser dadmendên Daniştayê, ji aliyê albay veli Kuçuk ve hatiye dayîn.

Li gor agahdariya tawanbarê girtî Osman Yıldırım: ”Ew demaçeya mara Glockê ku Alparslan Aslan pê êrîş biriye ser dadmendên Daniştayê, bi fermana Veli Kuçuk jê re hatiye dayîn. Veli Kuçuk telefonê Ibrahim Gumuşê ku yek ji peyayên Sedat Peker bû kiriye û gotiye ´Wan çekan teslîmê Alparslanî bikin`. Sedat Peker jî, yerk ji serpeyayên Velik Kuçuk bû.

Doza Dadgehê ji bo sibehê bidome hate biryardan.

Hêja ye ku li virê mirov lê bisêwire ku Veli Kuçuk ”Albay”ê Artişa Tirkiyê bû, dadgeha Daniştayê jî yek ji giringtirîn dadgehên Tirkiyê bû. Aplarslan Aslan jî ebûqat bû ku di Fakulteya Hiqûqa Dewletê de xwendibû. Gelo amaca Veli Kuçukê nijadermen çi bû ku van dek û dolabên kesnedîtî bi navê dewletê didane kirin?

 


Rojeva Kurd

Back to top button