Polîtîk

Îran dixwaze bi rêya Talabanî Kurdistanê perçe bike

Rojnameyek Kuwetî îdia dike ku, Îran dextê li serokkomarê Iraqê û sekreterê giştî yê YNK-ê li Celala Talabanî dike da hêzêk ji pasdarên Îranê li devera Silîmaniyê cêh bike.

Herweha hêzên Iraqê yên girêdayî serokwezîrê Iraqê Nuri Malikî jî li Silêmaniyê bimînin û firokxaneya bajarê Silêmaniyê jî kontrol bikin û hêzên Kurdistanê jî bêxe di bin desthilatdariya xwe.

Rojname di nûçeya belavkirî de îdia dike ku, Îran doze dike ji bo hêzên li ser YNK-ê bi Nurî Malikî ve bête girêdan.

Çavderek siyasî li herêma Kurdistanê radigihînê ku, Îran bandorek bi hêz li devera di bin desthilata Talabanî û YNK-ê de heye.

Herweha tê îdia kirin ku hêzên Îranê wek pasdar û Îtialat dikarin li Silêmaniyê cih bibin û bandora xwe li van deveran berfireh bikin. Dema pêwistbê jî Kurdistanê perçe bikin.

 

Link a rojnama Erebi:

http://www.al-seyassah.com/AtricleView/tabid/59/smid/438/ArticleID/217594/reftab/36/Default.aspx

Back to top button