Birêvebirê asayişa Kerkûkê Helo Necat di bêjedaneka taybetî PNA de got:´´ me zanyarîyên tewaw di ber dest de hene ku ji Bexdadê ve ber bi sînorê navçeyên dabirandî hatine şandin û niha jî li navçeya Xalis a li sînorê parêzgeha Diyala hatine cêgîrkirin.´´
Helo Necat herwisa ragiahnd: ´´ her çend cihê bicihkirina ewan tankan nehatiye zanîn, belê ji şeva bihor ve hêzên pêşmerge li sînorê Kerkûkê û navçeyên dabirandîyên din kevtine di haleta amadebaşîya asta herî bilind de.´´
Di evê bareyê de Mehmûd Sengawî endamê polîtboruya Yekîtîya Niştîmanîya Kurdistanê û berpirsê melbenda 11 a Germiyan a YNK ji malpera Xendan a nêzîkî YNK re ragihandiye, ku ew agahdarî nivîsa fermandeyîya operasiyona Dîcle ne û di asta herî bilind de di amadebaşîyê de ne bo rûbirûbûna her egerekê. Sengawî herwisa gotiye, ku wna zayarî hene ku du ketîbeyên tankan ji parêzgeha Selaheddîn ve ber bi navçeyên dabirandî ve birêkevtine û niha li ser rêya Ozêmin û ber bi Dûzxormato ve dihên.
Sengawî tekezî jî kir, ku hêzên pêşmerge bi hemû pêdawîstîyan ve li sînorê navçeyê ne û çaverêya her egerekê dikin bo bergirîkirin ji xak û niştîmana xwe.
Herwisa ji alîyekê din ve li gor jêderên nûçeyan, fermandeyîya hêzên bejayîyên Iraqê ferîq rokin Elî Xîdan nivîseke lezgîn û nihênî bo hêzên operasiyona Dîcle li her sê parêzgehên Kerkûk, Diyala û Selaheddîn şandiye û tê de daxwaz kiriye, ku gişt hêzên ser bi operasiyona Dîcle ve bikevne di haleta aamdebaşîya tewaw a asta sor de.
Di beşeke din a evê nivîsa fermandeyê hêzên bejayîyên Iraqê de ferman hatiye kirin, ku hemû efserên operasiyona Dîcle di amadebaşîyê de bin û ewên ku muhlet wergirtine vegerin bo cihên xwe û hemû kelûpelên serbazî jî bihên komkirin û bo her egereka ji nişkê ve bihên amadekirin.