Rêzefîlma pêkenîniya Cîran Cîran vê beşa xwe ya nû de, rêze fîlma bi navê Harem ku gelek televizyonan bi Tirkî, Erebî, Farisî û Ingilîzî tê belavkirin ji xwe re kiribû mijar. Gelek kes bi meraq temaşa vê rêzefîlmê dikirin û dixwestin bizanin ka gelo babet û mijara vê rêzefîlma Haremê çiye. Temaşevanên Kurd pêwîst nake vê rêzêfîlmê temaşebikin ji ber ku Cîran Cîran bi awayeke profesyonel hemû beşên vê fîlmê di demeke kurt de û bi awayeke pêkenînî derxist holê. Eger hûn Cîran Cîran temaşe bikin û hûnê bizanin ka gelo mijara Harem ê çiye. Hûnê bizanin ku hemû mesele ji Sultan re pêşkêşkirina jinkokane.