Nivîsar

Ji bo gelê Kurd azad be

Bi navên « jibo gelê kurd azad be » ser vê projeyê ev sê salu nîvin ez di vê amedekeriyêde  xebatekî çetin dimeşinim.
Li Fransayê, di van bê imkaniyetandan, li welatê xeribiyê, ji dezgehên xerib, xwesteka alikariya azadixwaziya netewî, derfet bidest xistin, bê dezgehên kurdistaniyan serkeftin, jibo hemu celep projeyan di wextêde li hember sistema bê edaleta heq nênas û înkarker bi projê hunerî bersiv bidî û bibi hawara dengên gelênxwe azadixwaz gelek zahmete.

Di rewşa ên wekemin li xeribîyê her çiqas bi gelek sebir  bixêbitîjî serkeftin tu carî nemutlaqbejî, jiber erka netewî min xebata xwe domand. bi serê xwe min hemu perçeyên projê temamkir, piştre bi awayekî politik, çandî, hunerî, abori jibo bi bingeh bikim û derxim hafa  xelkên Avrupa, bê astengîyekî diplomatik li dij vê projê, pêvistî bi bişgiriya rêvebirên bilind ê netewa Kurdistan başur weke her hebu, lê wek her car, hê min ti bersiv ji rêberên me nestand û negirtîye lê ji ên Fransizî, dinava du hefte û sê heftedeyîda bersiva gelek pîroz wergirt û ez li virjî bi vê nivîsaxwe ji wanre minnetariyaxwe ferz dibinîm û pêşkeş dikim.

Ev serê salekîye, ji her derîre min dosya projaxwe rêdikim, ewilî min ji Serokwezirê Kurdistanê birêz Neçirvan Barzanî’re şand, lê mixabin, min ji rêberên Kurdistanê heta vêga tu bersivek, hisek min welnegirtiye, lê ez hêviyaxwe jiwan qut nekirime, îşallah ewjî pêşdare vê projaminî hunerî, siyasî ya netewa Kurdistaniyêda cih bigrin û ezê bi pêşdariyawan şâh bibim.

Min ewilî, jibo temam buna projê xwesteka derfete û bişgiriya ya serok komarê Fransî bi réz François HOLLANDE welgirt, piştre li pêy hev, Serok wezir Jean Marc AYRAULT, wezirê xaricî, Laurent FABIUS, wezirê Avrupa Bernard CAZENEUVE û Jean-François LE GRAND welgirt, jibone min dest pêkir bahsa haziriya vê proja xwe di mediya Fransizîde da deng dan belev kir…

Ev proje tevayâwê filimekî 60 deqîqe, sê pêşengehên wêneyên mezin ji hev cuda, pûrtûkek rêngîn, 340 rupel, ji serê sala wûrde ewê derkeve, ewê ewilî li Parisê, bajarên ên fransayê bê gerandin û di berde ez jibo welatêndin ên Avrupayêjî jibo bigerinim dixebitim…

Bi kurtayî ev proje, bahsa hemu neheqi, bê edaleti û zilma ser gelê kurd dibe, bi hunerî û siyasî ez bahstikim û nişana xelkên bike.
Ev proje, li ser rewşa her çar perçên Kurdistane, bi awayekî dokumenteri, ji sala  1923 pişti pêymana LOZANE û virda, bi sê zimanî, Kurdî, Fransî û ingilîzi’be. Bi medya Fransizî bahs dikim û jivêgada jibo destpêka sala were propaganda û didim bangîn…

Min beşek ji vê projaxwe di malpera « ROJEVAKURD » dest pêkiriye tê weşandin.

10 / 11 / 2012

Suayip Adlig

 

Back to top button