BDP dike komcivîna meclîsê li ber Girtîgeha Amedê pêk bîne
Partiya Aşîtî û Demokrasiyê BDP, ji bo piştgiriyê bide çalakiya greva birçîbûnê a bêdem û bêdorveger, sibe (30.10.2012) li her devera wê çalakiyan lidarbixîne. Ji aliyê Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş ve hate daxuyandin ku, wana roja 30ê Cotmehê, “Roja Seranserî a Berxwedanê” îlan kiriye. Hat xwestin ku di roja berxwedanê de, bila xwendekar neçine dibistanan, bila ti kes neçe ser kar û li her der û deverê jiyan bê tevizandin.
BDP, di roja seranserî a berxwedanê de, li şûna meclîsê, dike komcivîna partiyê li pêş Girtîgeha Amedê lidarbixîne.
Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş, li ser hesabê twittera xwe bang li gel kir, “komcivîna partiya xwe em ê sibe seet di 12.00 an de li pêş Girtîgeha Amedê pêk bînin. Li derve û hundir, ji bo ku em pêşiyê li mirinan bigrin, werin em rojekê jiyanê rawestînin.”