Polîtîk

Swêd haziriya naskirina qirkirina Enfalê dike

Ji Partiya Civaka Demokrat (SAP) a Swêdê, 5 parlementeran pêşnûmeyeke hevpar dane Parlamenê û bi vê xwestin ku Enfala li dij Kurdan a ku ji aliyê Seddam Huseyin ve pêk hatibû, wekî qirkirinê qebûl bike. Di pêşnûmeyê de tê diyarkirin ku kampanyaya qirkirinê ya ji aliyê Sedam Huseyîn û Elî Hesen El-Mecîd ê ku wekî “Elî Kîmeyewî” tê nasîn ve hatibû destpêkirin, bi armanca qirkirina Kurdên li Başûrê Kurdistanê pêk hatiye.

Parlamena Swêdê di 11’ê Adara 2010’an de qirkirinên li hemberî Ermenî, Suryanî û Asûriyan qebûl kiribû. Niha jî xwe amade dike ku qirkirina Enfalê ya ku rejîma Sedam Huseyîn li hemberî Kurdan pêk anî û di encamê de zêdetirê 200 hezar Kurd jiyana xwe ji dest dan jî wekî qirkirinê qebûl bike.

Di navbera 23yê Sibat û 6ê Îlona 1988’an de, di dema Enfalê de zêdetirê 182 hezar Kurdan jiyana xwe ji dest dan. Tevî jin û zarokan nêzî milyonek Kurd ji cih û warên xwe koçber bûn û pirraniya wan, di kampan de hatin bicihkirin. Di pêşnûmeyê de wiha tê gotin: “Tişta ku di navbera salên 1914-18’an de hat serê Ermenî û Suriyaniyan, ji aliyê Parlamena Swêdê ve wekî qirkirin hate qebûlkirin. Heman tişt hatiye serê Kurdan jî. Di dema Enfalê de, 4 hezar gund, 2 hezar dibistan, 27 Dêrên Asûriyan hatin hilweşandin û şewitandin. Bi qasî 250 gund û bajarên Kurd lê dijîn gazên sinîr û senap ên kîmyewî hatin bikaranîn. Êrîşa herî mezin, di 16’ê Adara 1988’ê de, li dijî Helepçeyê pêk hat. Êrîşa herî mezin a dîroka nûjen pêk hat. 5 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan û 10 hezar kes jî seqet bûn. Heta niha bandora fizîkî ya vê êrîşê li ser gellek kesan hîn jî heye.”

Di pêşnûmeya bi îmzeya Parlamenterên Partiya Karker a Civaka Demokrat Şadiye Heydarî, Anna-Lena Sorensson, Arhe Hamednaca, Lars Johansson û Roza Guçlu Hedin de tê xwestin ku Enfal wekî qirkirina li hemberî Kurdan bê qebûlkirin. Her wiha balê dikişînin ser girîngiya qebûlkirina qirkirinê û aşkerebûna rastiyan.
Pêşnûme wê di rojên pêş de li Parlamena Swêdê bê gotûbêjkirin. Piştî gotûbêjkirina pêşnûmeyê wê dengdan destpê bike. Ji bo qebûlkirinê hêviyeke xurt heye.  

Back to top button