“Xwîna şehîdên me vala naçe û terorîst û ewên piştgiriya wan dikin, divê baceke giran bidin.”
Wezareta Pêşmerge ragihand derbarê êrişa DAIŞê ya şeva derbasbûyî de ku di encamê de 9 Pêşmerge û 3 sivîl şehîd bûn, ragihand, “Terorîst û ew ên piştgiriya wan dikin, dê baceke giran bidin.”
Çekdarên DAIŞê şeva derbasbûyî derdora demjimêr 22.00 êrişî gundê Xidir Cîce yê li quntara çiyayê Qereçûxê kirin û di êrişa DAIŞê de sê bira yên xelkê wî gundî şehîd bûn.
Wezareta Pêşmerge diyar dike, “Piştî êrişê Hêzên Pêşmerge bi hawara xelkê de çûn û karîn di demeke kurt de rewşê kontrol bikin û terorîst jî reviyan.”
Li gor daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, paşê Hêzên Pêşmerge li wê navçeyê operasyonek dan destpêkirin û “yek ji wesayîtên Pêşmerge ket kemîna terorîstên DAIŞê û mixabin 7 Pêşmerge şehîd bûn.”
Wezareta Pêşmerge sersaxî ji kesûkarên şehîdan re xwest û ragihand, “Xwîna şehîdên me vala naçe û terorîst û ew ên piştgiriya wan dikin, divê baceke giran bidin.”
Di daxuyaniyê de tekezî li ser wê hat kirin, hevahengî û hevkariya di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Iraqê û Hevpeymanan de “divê ji vê qonaxa xitimî derkeve, gelek bilez û bêyî çaverêkirin, operasyonên hevbeş destpê bikin û nabe zêdetir rê bi bidin ku cihên hewandinê yên terorîstan wek xwe bimînin û navçe parastî be.”
Li gor dawî zanyariyan, di êrişa DAIŞê ya şeva derbasbûyî de, 9 Pêşmerge û 3 sivîl şehîd bûn û 4 Pêşmerge û sivîlek jî birîndar bûn.