PolîtîkRojev

Serok Nêçîrvan Barzanî li gel Nûnerê taybetî yê Serok Putîn civiya

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Michael Bogdanov Nûnerê taybetî yê birêz Vladimir Putin Serokê Rûsya, yê Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîka û Cîgirê Wezîrê Derveyê Rûsyayê kir ku bi serokayetiya şandeke hevbeşa dîplomasî, siyasî û aboriya welatê xwe serdana Iraq û Herêma Kurdistanê kir.

Birêz Bogdanov silav û rêzên Serok Putin û birêz Wezîrê Derveyê Rûsyayê bi Serok Nêçîrvan Barzanî gihand û xweşhaliya xwe bi derfeta vê civînê derbirî ji bo ku guftûgo û danustandina bîr û ramanan di derbarê rewşa navçeyê û pirsên wê yên ji bo her du aliyan girîngin bikin. Her wiha pesnê asta peywendiyên welatê xwe ya li gel Herêma Kurdistanê kir û xwesta Rûsyayê ya ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê dûpat kir, paşê bi kurtî di derbarê serdana xwe ya ji bo her yek li Tehran, Bexda û Hewlêrê xiste rû.

Paşê her du aliyan rewşa Iraqê û ber bi pêşveçûna hilbijartinên Encumena Nûneran û encamên wê û nêrîn û dîtina wan ya ji bo paşeroja proseya siyasî û damezrandina hikûmeta nû ya Iraqê guftûgo kirin û tîşk xistin li ser rûdan û pêşhatên navçeyê ku bandora wan li ser Iraqê jî heye û girîngiya wan ji bo Rûsya jî heye, wekî rewşa Sûriye û çend pirseke din. Her li vî derbarî de birêz Bogdanov behsa hevdîtin û civîna li gel ENKS kir.

Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî xweşhaliya xwe bi serdanê nîşan da û spasî Serok Putin û birêz Wezîrê Derveyê Rûsyayê ya ji bo şandina silav û rêzên wan kir û pêzanîn û spasguzariya Herêma Kurdistanê pêşkêşî Rûsyayê kir ku di demên dijwar de piştgirî û hevkariya Herêma Kurdistanê kirine, her wiha silav rêz pêşkêşî Serok Putin û birêz Wezîrê Derveyê Rûsyayê kir û amadehî û xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyên li gel Rûsyayê dûpat kir.

Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku Herêma Kurdistanê wekî herdem li Iraq beşek dibê ji çareseriyê û beşek nabê li kêşeyan û çaverêya ewene aliyên Şîî nakokiyên xwe li ser encamên hilbijartinê çareser bikin heta paşê li gor rêkarên yasayî û destûrî proseya damezrandina hikûmetê destpê bike, tekez jî li wê yekê kir ku ewê girînge hemû aliyek bi hestiyariya qonaxê tevbigerin û kar ji bo aramiyê bikin.

Di derbarê rewşa Sûriye jî Serok Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku rewş û qeyrana Sûriye bandoreke raste rast li ser rewşa Iraqê heye û her ji destpêkê ve helwesta Herêma Kurdistanê zelal bûye ku pêwîste Kurd li çarçêweya Sûriyê da kêşeya xwe çareser bike û hebûna têgihiştineke hevbeşa aliyên Kurdî yên Sûriye û çareserkirina kêşeyên wan bi pêwîst û girîng zanî.

Her du alî behsa lîjneya hevbeşa Iraqî – Rûsî kirin û tekez li wê yekê kirin ku girînge Herêma Kurdistanê ji wê lîjneyê sûdmend bê. Di derbarê rewşa navçeyê jî têgihiştina hevbeşa welatên navçeyê û hêzên cîhanî ji bo çareserkirina kêşeyan bi pêwîst zanî, ji ber ku kêşe û qeyranên li navçeyê bi tenê hêz û aliyek nayê çareser kirin, belkû ji bo vê mebestê hevkariya hemû aliyane pêwîste û her du alî kok bûn ku Da’îş hê jî li Iraq û Sûriye û navçeyê gefe û metirsiyeke rasteqîne.

Back to top button