PolîtîkRojev

Heta Kosret Resûl zindî be ne exlaqê mine ez fikir bikim ku cîhê wî bigrim

Mela Bextiyar di derbarê rewşa jehrîkirina xwe û herweha di derbarê ku dewsa Kusret Resol de bibe serokê encumena bilind a YNKê de daxûyaniyek da.

Daxûyaniya Mele Bextiyar:

Derbarê bûyîna serokê encûmena bilind de

Biryar bû civîneke encûmena bilind û Heval Bafil û çend endamekî polîtburoyê roja 17.11.2021ê pêkbê. Bi qesdî gotegot hatin belav kirin ku xwedê girawî, dê di wê civînê de cîhgirê serokê encûmena bilind birêz Kosret Resûl di wê civînê de bê diyar kirin.

Yekem: Heta bersiva raporta min a derbarê jehrî kirinê û biryara danîna lijneya lêkolînê neyê dayîn ez beşdarî ti civîn û vexwandineke siyasî nabim û amade nabim.

Duyem: Heta heval Kosret Resûl zindî be, hêviya başbûn û temen dirêjiyê ji bo wî dixwazim, ne exlaqê mine ez fikir bikim cîhê bigrim. Ji ber wê tîka dikim her propagandayek di vê derbarê de hatibe kirin, ew qesdî hatiye kirin, biryarên waha di bernameya min û encûmena bilind a siyasî de tine ye.

Mela Bextiyar

Back to top button