CivakRojev

Li Kurdistanê pira herî dirêj vebû

Li başêûrê Kurdistanê li ser rûya navbera Hewlêr û Dihokê pira herî dirêj hate vekirin û keta di xizmeta hemwelatiyan de. Pir li ser ava Zûya Mezin hatiye avakirin û dirûjahiya pirê, 928 metreye.

Di rewrisma vekirinê de wezîrê nîştecîhkirin û awedankirinê beşdar bû û ragihand ku armanca hikûmeta Kurdistanê ji vekirina pira han û çend projeyên din yên di warê hatûçûyê de parastina selametiya welatiyane.

Dirêjahiya pirê 928 metreye, 43 miliyar dînar têçûya çê kirina pirê ye. di saya pira han de rêya du seatan bo seatek û 10 deqîqeyan hatiye kurtkirin.

Weke tê zanîn ev projeya han beriya niha hatibû ragirtin lê kabîneya 9an ya hikûmeta Kurdistanê dîsa dest bi projeya han kir û îro jî bi temamî hate vekirin.

Back to top button