PolîtîkRojev

Em piştgiriyê didin her diyaloga ku xizmeta aştiyê dike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê kir ku li herêmê guhertinek heye û got, “Em jî piştgirî didin her curê diyaloga aştiyane ya ku xizmeta çareseriya li herêmê bike.”

Korbenda Aştî û Asayîşa Rojhilata Navîn ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî- Kurdistan li Duhokê hatiye organîzekirin, îro birêve diçe.

Korbenda ku Tora Medyayî ya Rûdawê jî sponsoriya wê dike, 2 rojan berdewam dibe û hejmareke kesayetî û berpirsên payebilind ên Herêma Kurdistan û Iraqê têde beşdar in ji wan jî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq, serokê berê yê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî li gel hejmarek ji wezîrên Kurdistan û Iraqê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî axaftina vekirinê ya forumê kir û bal kişand ser girîngiya korbendê.

Barzanî diyar kir ku dê mijarên wekî pirsgirêka avê bandorê li peywendiyên navbera welatan û pêvajoya piştî hilbijartinên Iraqê jî bike û got “Hêvîdar im di vê pêvajoyê de em Iraqê ber bi aştî û aramiyê ve bibin. Ji bo vê jî divê em bi hev re bixebitin. Em jî dibînin ku li herêmê guhertin hene. Em vê di diyaloga navbera dewletan de dibînin. Her wiha em piştgiriyê didin her cure diyaloga aştiyane ku xizmeta çareseriya li herêmê bike.”

Mesrûr Barzanî hêviya xwe anî ziman ku ev korbend bi nêrîn û pêşniyarên xwe xizmeta aramiya herêmê bike û got “Mêvanên hêja; Duhok bajarekî xweş e. Ew bajarek e ku pêkhateyên cuda yên etnîkî û olî bi hev re dijîn. Ger wextê we hebe ez dixwazim ku hûn biçin bajêr.”

Serokwezîr Barzanî got, “Ez hêvîdar im ku gotûbêj û nêrînên li ser pirsa aştî û asayîşa Rojhilata Navîn li ber çavan bên girtin û di pêşerojê de jî divê em hemû li ser kar bikin.”

Back to top button