Divê PKK bê merc ji dev çekan berdê
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê di hevpeyvîneke xwe de digel BBC < farisî got ku, herêma Kurdistanê amadeye di navbera Tirkiye û PKKê de navbeynkariyê bike û got ku, ji bo çareserkirina pirsgirêkan hevdîtinên navbera PKKê û Tirkiyeyê de giring in.
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di hevpeyvîna xwe ya digel BBC a farisî da, pêşniyar kir ku di navbera PKK û Tirkiyeyê de navbeynkariyê bike û got:
– Divê şert û mercên Ocalan ên girtîgehê bên sererastkirin. Ger Tirkiye bi rastî dixwaze pirsa PKKê çareser bike, divê bi PKKê û heta bi serokê wê Ocalan re hevdîtinan bike.
Barzanî, ji bo çareserkirina pirsa kurdî li Tirkiyeyê 3 pêşniyar kir ku, şert û mercên serokê PKKê Abdullah Ocalan ên girtîgehê bên başkirin. Divê Tirkiye berî her tiştî bi Ocalan re hevdîtinê bike. Pêşniyara bila PKK bê şert û merc çekan dane, tiştekî derveyî mantiqe. Divê berî her tiştî PKK û Tirkiye şer rawestînin. Divê şert û mercên Ocalan ên girtîgehê bên baş kirin û ji bo çareserkirina pirsa kurd, dest bi hevdîtinên ciddî bên kirin
Serokwezîrê Kurdistanê got jî ku, ji bo çareserkirina pirsa kurd li Tirkiyeyê, ew ji bo navbeynkariya Tirkiye û PKKê, heta ji bo hevdîtinên navbera herdu aliyan de jî amadene.