Fermandar Musa Çitil gundî di axûr de bi bombeyan kuştine
Li gorî nûçeya ku di rojnameya Tarafê de hatiye weşandin de, Fermandarê Cendermeyan a Herêma Enqereyê Tuggeneral Musa Çitil, di heyama ku li Dêrikê Serliqê (Fermandarê Bolukê) Cendermaya Navçeyê bûye, li navçeya Mêrdînê li Dêrikê, di doza ku li ser kuştina 13 gundiyan hatiye vekirin de, îfadeyên govanê bûyerê, hovîtiya ew salên 1993 û 1994 an radixîne ber çavan.
Tuggeneralê ku tê darizandin û hîn li ser peywirê ye Musa Çitil, ji dadgehê re îfadeya xwe nivîskî şandiye û diyar kiriye ku wî, bê agahiya rayedarên jor wî re, ti cara hewl nedaye û ku çi kiriye, bi zanebûna wan kiriye.
Ji aliyê din, îfadeyên xizmên mexduran û govanên bûyerê, yên ku li dadgehê hatine vegotin, hovîtiya nedîtî radixîne ber çavan. Li dadgehê qala hovîtiya Musa Çitil a ku gundî PKK’yî hesibandiye û çawa qetil kirine, xwîna mirovan dicemidîne.
Di derheqê Musa Çitil de, 13 cara cezayê girankirî yê hetahetayî tê xwestin lê wî, ji ber tenduristiya xwe a nebaş nikaribûye beşdarî rûniştina dadgehê bibe.
Çend îfadeyên govanên ku bûyer li ber çavên wan qewimîne:
Bubo Çeviren: Di sala 1993 an de, li gundê Dumanliyê, Remezan Çeviren, Abîde Çeviren û Seydoş Çeviren, ji teref leşkeran ve xistine axûrekî. Dûra jî ew axûra bi bombeyan firandine hewa. Sûretên ew merivên me, 5-6 salan li ser dîwarê Qereqola Cendermeyan a Dêrikê, bi îfadeya”PKK’yîyên ku hatine kuştin” daliqandî hîştin.
Mehmet Emin Aris: Di pevçûna ku di sala 1993 an de derket de 3 leşker hatine kuştin. Li ser vê qasî 500 leşker hatine gundê me Dumanliyê, hemî gundî li bêndera gund kom kirin. Dûra Fermandarê Cendermeyan Musa Çitil hate qadê. Banga kekê min Necat Aris kir, di destê Çitil de G-3 hebû û ev û çend kesên din birine axûr. Di navbera 5-10 deqan de dengê çekan hat. Cesedê kekê min derxistine derve. Ji me pirsîn, hûn wana nas dikin? Me ji tirsa re got, “em nas nakin.” Em girtin û birine qereqolê. 10 roja li ser hev em rasta êşkenceyên nedîtî hatin.