CHP dixwaze ku leşkerên li herêmê zû werine terhîskirin
Ji CHPê ji bo terhîskirina leşkerên ku li herêmên Rojhilat û Başûr Rojhilatê Anatolyayê ( Li bajarên Kurdan) leşkeriyê dikin, li gorî leşkerên li herêmên din leşkeriya xwe dikin, 3 meha zû werine terhîskirin.
Parlementerê Erdexanê yê CHPê Ensar Ogut, li meclîsê civîna çapemeniyê lidarxistin. Di civînê de Ogut, di derbarê pêşniyareke ku dane serokatiya meclîsê a di mijara guherandina zagona leşkeriyê de agahî dan. Ogut diyar dike ku, li Tirkiyê hin leşker, li bajarên wek Antalya û Bodrumê leşkeriya mecbûrî dikin û hinek jî 15 meha, zarokên feqîr û fiqaran, ku destûra wan jî tine, li Colemêrgê, Şirnexê û Wanê leşkeriyê dikin. Ji bo ku ev neheqiya ji holê rabe û ji malbatên wan û leşkeran re bibe moralek, wana pêşniyarek pêşkêşî meclîsê kiriye ku, ew leşkerên li herêmê leşkeriyê dikin, 3 meha berî yên din bêne terhîskirin.
Bi vî awayî, leşkeriya ku li Tirkiyê a mecbûrî 15 meh in, ger zagona leşkeriyê bê guherandin û were qebûlkirin, li bajarên herêmên Rojhilat û Başûr Rojhilatê, yanê li bajarên wek Şirnex, Colemêrg, Dêrsim, Wan, Sêrt, Bedlîs, Amed, Êlih, Agirî û gellek bajarên din, wê dakeve 12 meha.
Di vê mijarê de, ji partiyên din, hîn ti piştgirî an bertek nehatine.