Cîhan
Balafira Suriye mecbur bû danî Enqere
Balefirek ya Suriye ya rêwiya dema li ser asmanê Tirkiye re difiriya bi zora balefirên şer yên F16 danî balefirxaneya Esenboga ya Enqere.
Balefira Suriye ji Moskova dihat û diçûya Şamê.Tirkiye şik bir ku di vê balefire de çek hene û ji bo vê jî Tirkiye bi zorê mecbur kir ku ev balefire Suriye deynê Enqere.
Balefir ji aliyê polisan ve hate lêgerîn , lê heta niha ka gelo çek hene yan tunene nayê zanîn.Balefira Suriye ya A-320 demjimêr 17,30-ê de li Enqere danî û bare balefire hate kontrolkirin. Tê gotin ku henek barên ku nabê balefirên rewiyan de hebin hatine dîtin. Lê ev çîye tu agahdarîtuneye.
Li gora agahdariyan di balefire de tenê 30 rêwî hene.