Polîtîk

Taraf: Naxwazin bibine mirov

Li Tirkiyê, niqaşa li ser daxuyaniyên Gerînendeyê Ewlehiyê yê Amedê Recep Guven, her diçe dijwartir dibe. Serpolîs Guven, li Amedê bi hin rojnamevanan re hatibû cem hev û gotibû ku, “mirovê ku bi mirina gerîla nagirî, ev ne mirov e.” Li ser vê daxuyaniya Guven, ji her beşên li Tirkiyê, çi siyasetmedar, saziyên sivîl û birokrat, zêdetir rexne hatibûn û pirr hindik be jî, hin beşên ku piştgirî dane ev daxuyaniyên Guven jî hebûn.

Rojnameya Tarafê, îro bi manşeta “naxwazin bibine mirov” derket. Ev manşeta jî, li ser axaftinên 3 partiyên ku li meclîsê cîh digrin, AKP, MHP û CHPê hatiye avêtin. Çimkî her sê partiyan jî, di komcivîna li meclîsê a partiyên xwe de, bi zimanekî tund rexne kiribûn.

Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, di axaftina xwe a doh ku li meclîsê kir de, serpolîs recep Guven rexne kir û got, “em bi mirina gerîlayan nagiriyane, em nagirîn jî. Bila her kes li karê xwe binêre, siyaset karê syasetmedaran e.”

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî, di komcivîna partiya xwe de li ser heman mijarê sekinî bû û wî jî serpolîs Guven rexne kiribû. Kiliçdaroglu diyar kiribû ku, Guven, bi vê daxuyaniya xwe Tirkiye dabeş kiriye.

Partiya nijadperest MHPê jî, bi awakî tund daxuyaniya Gerînendeyê Ewlehiyê yê Amedê Recep Guven rexne kiribû û ji Guven xwestibû ku, bila tavilê îstifa xwe bide û biçe cem “terorîstan.” 

Rojnameya Tarafê, ev rexneyên tund yên 3 partiyên li meclîsê bi manşeta xwe a “naxwazin bibine mirov” rexne dike. Taraf diyar dike ku, di vê mijarê de, tenê BDPê piştgiriya xwe ji bo serpolîs Guven nîşan daye û di nûçeya xwe de cîh daye daxuyaniyên hin parlementerên BDPê.    

Back to top button