Polîtîk

Serokwezîr serokkomar xapand

 

Bi biryara serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî hêza operasyonên Dicle 13 topên dûrhavêj û 10 tank li bajarokê Riyaz ku, 50 km ji bajarê Kerkûkê dûr e bi cî kirin. Hêza operasyonên Dicle  bi biryara Nurî Malikî, ji bo parastina emniyeta deverên nakokbar, bi tyabetî Kerkûk û Diyalayê, hatiye avakirin. 

Celal Talebanî serokomarê Îraqê gelek caran, ji bo ragirtina pêkanîna hêza operasyonên Dicle, daxwaz ji Nurî Malikî kiriye, lê Malikî guh nedaya daxwaza Talebanî û ew hêza Dicle ku, bûye sedema diruskirina nakokiyan navbera pêkhat û netewyên Kerkûkê,   pêkanî.

Li gor rojnameya Hawelatî, hêza operasyonên Dicle, bêy agadariya aliyên emnî yên bajarê Kerkûkê,  13 topên dûrhavêj û 10 tank nêzîkî bajarê Kekûkê bi cî kirin.

Li gor biryara Nurî Malikî serokwezîrê Îraqê, hêza operasyonên Dicle ku, çend baregayên xwe li başûr û rojavayê Kerkûkê vekirine, desthilatên kamil li ser saziyên emnî yên wîlayeta Kerkûkê hene, ango hemû aliyên aminî yên ku heta nuha di bin desthilata waliyê Kerkûkê de bûn, dê bikevin bin kontrola hêza Dicle.

Kurd û tirkmen li dijî pêkanîna hêza operasyonên Dicle derketin û erebên Kerkûkê jî pê re bûn. Ji bo aramkirina rewşa Kerkûkê, Celal Talebanî hemû teref haydarkirin ku, Malikî jê re gotiye ew wê hêzê pêkanîne, lê serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî serokomarê Îraqê Talebanî xapand û ew hêz pêkanî û li Kerkûkê bi cî kir.

Back to top button