Cîhan

Li Nou Campê 90 hezar kesî ala Katalonya vekirin

Di pêşbirka ku wek “El Classico” tê bi nav kirin, a di navbera du tîmên fitbolê yên Spanya Barcelona û Real Madrîd de, ji pişbirkê û fitbolê zêdetir, ala Katalonya a ku ji aliyê 90 hezar kesî ve hat vekirin, di serî de li Spanya û li cîhanê tê niqaşkirin. Di kareografiyê de ala Katalonya a mezintir hebû û vê dîmenê Spanya tevlihev kir.

Wezîrê Karên Derve yê Spanya Jose Manuel Garcia Margallo, pêşbirka ku doh li stada Nou Camp hate lîstin û di wê pêşbirkê de ala Katalonyayê hate vekirin de, wek, “îmaja Spanya a derveyî welêt a xirab” nirxand. Margallo, “di pêşbirkê de dîmenên ku derketine holê, di vê heyama ku zor û zehmet derbas dibe de, di hundir de dabeşbûnê nîşan dide.”

Bertek, ji aliyê partiya ku niha desthilatdar e ,Partiya Gel (PP) ve jî hat nîşandar. Rayedarê Partiya Gel Carlos Floriano diyar kiriye ku, hinek kesên cudaxwez, xwestine ku vê pêşbirkê veguherînine cejna serxwebûnê. 

Pêşbirka di navbera Barcelona û Real Madrîd de, 2 û 2 bi berambere bi dawî bû. Di pêşbirkê de ala Katalonya hate vekirin, slogan avêtin û panqartên  wek, “Katalonya, dewleteke nû a Ewrupaye” nivîsandin.  

Dîsa Messî û Ronaldo jî klasa xwe nîşan dan. Di pêşbirka û 2 û 2 qediya de, 2 gol Messî, 2 gol jî Ronaldo avêtin.  

Back to top button