Serokê herêma Kurdisanê û Cîgirê Serokê giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî di merasîmeke propagendeya hilbijartinan ya PDKê li Dihukê kir.
Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de behsa girîngiya hilbijartinên Îraqê kir û daxwaz ji xelkê kir daku bi coşeke mezin beşdarî di hilbijartinan de bike û dengê xwe bi kesên ku bikaribin berevanî ji maf û destkeftên gelê Kurd bikin, bidin.
Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de behsa rewşa Şingalê û Êzidiyan jî kir û ragihand ku Şingal birîneke mezine lazime were dermankirin û hewldanên me jî bo avedan kirina Şingalê û afirandina derfetên goncaw bo vegera serfirazane ya Êzidiyan bo cîhên xwe berdewamin.
Barzanî behsa êrîşên terorîstên DAÎŞê yên bo ser Şingalê kir û ragihand ku terorîstên DAÎŞê komkujiyeke mezin li Şingalê li dijî Êzidiyan pêk anîne, lazime komkujiya han weke genocide were nasîn û bo vê yekê jî em berdewamin li ser kar û çalakiyên xwe li ser asta navnetewî.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku, di dema êrîşên DAÎŞê de, heta Şingal nehat rizgarkirin, Serok Barzanî ji Şingalê nevegeriya baregeha xwe û hertim li Şingalê bû û raste rast Fermandariya operasiyonên rizgarkirina Şingalê dikir.
Kesên ku di dema êrîşê de hevkarî rûbirû bûna DAIŞê kirine me çend caran spasiya wan kiriye lê mixabin niha siyaseteke wisa dimeşînin ku ne xizmeta berejwendiyên nîştimanî yên Kurd dike ne jî xizmeta Şingal, avedan kirina Şingal û xelkê Şingalê dike.
Nêçîrvan Barzanî anî ziman ku nabe Şingal bibe amûrek bo propagendeyên siyasî û em weke PDK û hikûmeta Kurdistanê berdewam dibin li ser hewldanên xwe yên bo azad kirin û vegerandina revandiyên Êzidiyan.