Tirkiye û Îranê çewe li hev kirin
Cîgirê yekem yê serokkomarê Îranê Muhemmed Riza Rahimi serdana Tirkiye kir û li gel serokwezîrê Tirkiye Tayib Erdogan hevdîtinek berfireh pêkanî.
Piştî hevdîtinê Rahimî û Erdogan ji bo raya giştî di derbarê hevdîtinê de daxuyani dan û behsa cureyê pêwendiyên Tirkiye û Îranê kirin.
Erdogan da xuyakirin ku bazirganiyek mezin di navbera Îran û Tirkiye de heye. Niha armanca me ewe ku em vê hêjî mezintir bikin û bazirganiya di navbera herdu welatan de bighînin 30 milyar dolar.
Erdogan di derbarê pêwendiyên her du welatan de jî got: Em du welatên cîranin û kûrahiyek dîrokî ya pêwendiyên me heye. Emê di vê pêvajoyê de jî van pêwendiyan bi îstikrar berdewam bikin.
Ji bilî babetên darayî û bazirganî li ser rojeva siyasî jî hate sekinandin û di vê derbarê de gelek tişt nehatin eşkere kirin. Tenê behsa hinek tiştên rutînî hate kirin.
Lê li gora hinek kesên ji naveroka civînê agahdar, daye kifşkirin ku, gelekli ser pirsa herêmê,Suriye û PKK-ê jî hatiye sekinandin. Eger di vê hevtînê de tiştek nehînî hebê dê rojên pêşiya me de encamên vê di praktikê de bixweye.