Boriyeke neftê ji Kurdistanê bo Tirkiyeyê

Wezîrê samanên xwezayî yê hikûmeta herêma Kurdistanê di konfresa enerjiyê de got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê li ser rakêşana boriyeke neftê ji herêma Kurdistanê bo Tirkiyeyê berdwam e.
Aşitî Hewramî wezîrê samanên xwezayî yî hikûmeta Kurdistanê di gotara xwe de li konfrensa enerjiyê ku, li Enqereyê hatibû saz kirin, got:
– Hikûmeta herêma Kurdistanê pilanek amadekiriye ku, boriyeke veguhastina neftê ji herêma Kurdistanê bo Tirkiyeyê rabikêşe. Ev boriye dê neftê ji bîrên neftê yên herêma Kurdistanê beguhêze bo bender Ceyhan li Tirkiyeyê û ev xeta nû dikare rojê yek milyon bermîlên neftê veguhêze.
– Hikûmeta herêma Kurdistanê hemû amadekarî ji bo rakêşana vê boriyê ji herêma Kurdistanê bo Tirkiyey amadekirine û dê bikeve di warê piraktîkê de. Çunkî hikûmeta herêma Kurdistanê heta sala 2015ê dê behemê neftê ji 250 hezar bermîl di rojekê de bo yek milyon bermîl di rojekeê de bilind bike.
Wezîrê samanên xwezayî yê hikûmeta herêma Kurdistanê di berdewamiya gotara xwe de got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê li ser zêdekirina berhemê neftê berdewam be û heta sala 2019ê hikûmeta herêma Kurdistanê dê di rojekê de 2 milyon bermîlên neftê bo derve bişîne.