Cîhan

Barzanî daxwazeke Iranê red dike

 

Rojnameya Awêne ku, ji başûrê Kurdistanê weşana xwe dike, di raporeke xwe de dinivîse ku, Qasimî Silêman mezine berpirsê emnî yê Îranê, li Qelaçolanê a ser bi Silêmaniyê ve, digel Celal Talebanî û Newşêrwan Mistefa civiyaye û Mesûd Barzanî jî daxwaza Îranê ku, çek ji ax û asîmanê herêma Kurdistanê ji Suriyeyê re bê şandin red dike.

Li gor rojnameya Awêne ku, çavkaniyeke haydar jê re gotiye ku, roja 25.09.2012ê Qasim Silêmanî li Qelaçolanê bi awayekî nihênî digel Celal Talebanî sekreterê Yekêtiya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) û Newşêrwan Mistefa serokê Tevgera Gornanê civiyaye.

Li gor heman çavkaniyê, pêştir berpirsên îranî daxwaz ji Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê kiriye ku, rê ji Îranê re bide çek ş cebilxane bi rêya ax û asîmanê herêma Kurdistanê bigihîne rijêma Beşar Esed li Suriyeyê, lê Mesûd Barzanî ew daxwaza Îranê redkiriye.

Li gor dîtina hindek çavdêrên siyasî yên ku, ji nêzîk bûyerên herêmî û Îraqê dişopînin, didin xuyakirin ku, piştî serokê Kurdistanê daxwaza Îranê red kirî, Îran dixebite ku, YNK û tevgera Goranê li ser hisaba PDKê bihêz bike. 

Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê piştgiriyê li daxwazên gelên surî û bi taybetî piştgiriyê li mafê gelê kurd li Suriyeyê dike û vê yekê li her dere bi aşkirayî dibêje. Ev helwestên Barzanî ne li gor dilê Îranê ne û ji ber hindê Îran dixwaze bereyekî ku, ji Nurî Malikî, Newşêrwan Misteva û Celal Talebanî pêk tê, li dijî Barzanî ava bike. Serdana Qasim Silêmnaî bo Qelaçolan û civîna digel Talebanî û Mistefa û serdana Ehmed Wehîdî wezîrê bergiriyê Îranê bo Bexdayê û civîna digel Malikî îspat dike ku, destê Îranê li Îraqê dirêje.

 

Back to top button