Serokê dîwana civata wezîran digel konsulê Birîtaniyayê civiya
Nêçîrvan Ehmed serokê dîwana civata wezîrên Kurdistanê, duhi roja pêncşemiyê 04.10.2012ê li bajarê Hewlêrê, digel Hîyo Evêns konsulê giştiyê Birîtaniyayê yê herêma Kurdistanê civiya û di civînê de têkeliyên navbera Kurdistan û Birîtaniyayê û çewaniya pêşxistina wan têkeliyan di warên cihê de hat bahis kirin.
Serokê dîwana civata wezîrên Kurdistanê behsa pirosesa avadankirina herêma Kurdistanê û ew aramî û îstîqrara li herêma Kurdistanê heye kir û got ku hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwaziyê li hatina kompaniyên birîtanî dike ku, beşdariyê di pirosesa vadankirina herêma Kurdistanê de bikin.
Konsulê giştî yê Birîtaniyayê yê herêma Kurdistanê behsa wan kar û pirojeyan yên ku, kompaniyên birîtanî li Kurdistanê encam didin, kir û got ku, ji sedema aramî û îstîqrara herêma Kurdistanê, ew ji bo xelkê naverast û başûrê Îraqê bûye devereke tûrîstî.
Di beşek din a axavtina xwe de konsulê Birîtaniyayê awayê pêşwazîkirina hikûmeta herêma Kurdistanê li penaberên surî bilind nirxand.