Fermandariya Operasyonên Hevbeş da xûyakirin ku; Iraq û Amerîkayê li hev kirin ku heta dawiya vê mehê Amerîka yekeyên xwe yên şer ji baregehên serbazî yên Hewlêr û Eyn Esed vekişîne.
Di daxuyaniyê de dibêje ku, roja 16ê Îlona 2021ê, Lijneya Teknîkî ya Serbazî ya Iraqê bi serokatiya Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş Ebdulemîr Şemerî û hevtayê wî yê amerîkî John Brinan civiyane.
Civîn beşek e ji proseya cîbicîkirina rêkeftinên gotûbêja stratejîk a Iraq û Amerîkayê û olana guherîna rola hêzên biyanî şerkirinê bo rola şêwirmendiyê, weke ku di civîna 22ê Tîrmeha 2021ê de her du aliyan li ser wê li hev kirin.
Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin; her du aliyan li hev kirin ku yekeyên şerker û şiyana serbazî ya Amerîkayê li baregehên serbazî yên Eyn Esed û Hewlêrê kêm bikin û herwiha asta nûnertî û berpirsyariya Fermandariya Hevpeymaniya Navdewletî li baregeha fermandariyê ji efser bi pileya ferîq biguherînin bo pileya lîwa ji bo mebesta îdarî û piştevaniya lojîstîk û danûstandina zanyariyên îstixbarat û şêwirmendiyê.
Herwiha her du aliyan li hev kirin ku berdewam bibin di gotûbêjên xwe de, da ku heta dawiya îsal guhertina rola hêzên biyanî ji şerker bo şêwirmend pêk bînin.