PolîtîkRojev

Serokwezîrê Kurdistanê pêşwazî li Serokomarê Iraqê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li Hewlêr li gel Serokomarê Iraqê Berhem civiya.

Di hevdîtinê de geşedanên herî dawî yên Iraq û navçeyê û pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser pêwîstiya çareserkirina kêşeyên navbera Hikûmeta Federalî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser bingeha destûrê hat kirin.

Di beşeke din a civînê de li ser hilbijartinên Parlamentoya Iraqê hat axaftin, ku divê hilbijartineke pak û paqij birêve biçe, ku maf û daxwazên hemû pêkhateyên Iraqê desteber bike û bibe sedema seqamgîdiya rewşa Iraqê.

Back to top button