Li Kurdistanê me ji bo 120 hezar kesan derfetên kar dabîn kiriye
Tomas Stall Birêveberê Giştî yê Ajansa Emerîkî ya ji bo pêşxistina navdewletî, îro li civîneke rojnamevaniya li Konsolxaneya Emerîka li Hewlêrê, balkişand li ser kar û projeyên ajansa wan ya li Iraq û Herêma Kurdistanê encam dane û da zanîn ku wan ji bo 120 hezar kesan derfetên kar li Kurdistanê dabîn kiriye.
Stall got: Ajansa Emerîkî ya ji bo pêşxistina navdewletî, ya ser bi Hikûmeta Emerîkaye û raste rast ji aliyê kongrêsa Emerîka ve dirav û dahat ji bo wê tê dabîn kirin û nêzîkî 90 welatên li seranserê cîhanê nivîsîngeha xwe heye û yarmetiyê pêşkêş dike.
Her wiha got: Li rêya Wezareta Plandanana Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve yarmetî pêşkêşî Wezaret û Fermangehên Hikûmeta Herêmê dikîn. Sibê li rêya Wezareta Plandananê ve me peymanek li gel Wezareta Tendirustiya Kurdistanê ji bo xizmetguzariyên tendirustiyê mohr dikîn bo ku bizanîn di destpêkê de çawa xizmetguzariyên tendirustiyê pêşkêş bikîn.
Birêveberê Giştî yê Ajansa Emerîkayî ya ji bo pêşxistina navdewletî, got: Piştî niha hewl didîn xul û rahênanên zêdetir ji bo bilindkirina şiyana Hikûmeta Herêma Kurdistanê vedikîn bo ku şiyana karmendên hikûmî bi taybetî kertê tendirustiyê bilind bikîn bo ku bigihe standardê cîhanî û çend projeyek jî di derbarê ajeldariya li Herêmê encam didîn.