Cîhan

Areteşa Turkmena

 

 

Li Sûriyê her ku diçe rewşên ecêb derdikevin holê. Yek ji wan jî artêşek bi navê Artêşa Turkmanan e.

Ev e li dora 18 mehan e ku li Sûriyê şerekî xwîndar didome. Êdî wisan bûye ku li Sûriyê hema çend xort digîjin hevûdu û çend keleşkof didin destê xwe, xwe dipeçinînin û bi makîna telefonekê wêne dikişînin, li Facebook û Înternetê belav dikin û navê xwe datînin Artişa filan û ya bêvan… Yek ji wan jî artêşa Turkmanan e ku derketiye holê.

Hatiye ragîhandin ku Turkmanên li Sûriyê xwe dane ser hevûdu û bûne hêzek, beşdarî Artişa Azad bûne. Ew Turkmanên ku li herêma Helebê niştecih in, xwe wek Tabûra Fatih bi nav kirine.

Hêjayî gotinê ye ku bêjim, demek li Îraqê jî jimara Turkmanan li gor Medyaya Tirkiyê qaşo 3 milyon bûye. Hikûmeta Tirk jî helwesta xwe li gor 3 milyonan girtiye û pê xwestiye zext li rêxistinên Kurd bike. Lê di hilbijartina dawîn de derket holê ku tenê 90 hezar dengên Turkmanan li seranserê Îraqê hene.

 

 Rojeva Kurd/Şam

 

 

 

 

Back to top button