Nivîsar

Ka wê sibe dora kê be?

 

Duh Mişel Temo bû, Ciwan bû, Şêrzad bû, Nesredîn bû… îro Mehmûd Walî ye.

Ka wê sibe dora kê be?

Hemû jî hema hema bi heman şêweyî, bi heman metodî hatine kuştin.

Tenê kesên ku lîsteya kuştinan derdixin dizanin, kujer kî ne.

Ew kesên ku di xelekên teng de tevdigerin û biryarên wiha xeter derdixin.

Biryaraên revandin, îşkencekirin, birîndarkirin û kuştinan derdixin.

Kesyetiyên me têne kuştin. Hem jî di nîva rojê de. Kujer li ber çavan direvin. Hem jî li ser motorsîklêtê.

Binêrin, li aliyê din jî me welat azad kiriye, çekdarên me kolanên bajarên me kontrol dikin.

Riyan bi bermîl û barîkatên ji çîmento digirin…

Goya çûk nikare bêdestûra wan hêzên çekdar li ezmanan bifirin…

Lê dîsa jî kujer, dikuje, destê xwe li ba dike û diçe. Tenê tizbiyek jê kêm e.

Diçe û xema tiştekî jî nakişîne.

Kujer nayê girtin.

Wê neyê girtin jî.

Ka heta niha kijan ji wan hate girtin!

Ev çi hale em têde ne!

Ji xwe re binêrin, weke ku ketibin dorê.

Partî, komele û rêkxistinên Kurd li Sûriyê ev çend rojin  dest pê kirine daxuyaniyan belav dikin. Kuştina Walî (Bavê Candî) şermezar dikin.

Kuştina Mişel Temo jî şermezarkirin.

Weke ku belavkirina daxuyaniyan tiştekî pir zehmet be.

Rêberên me têne kuştin, mixabin kujer, qatil direvin û nayên girtin.

Ew naskirîbin jî kesek wê cesaret nake û nabêje “A Qatil ev e!”

Di 90´an de li Tirkiyê jê modêla van kujeran hebû, navê li wan dikirin „Faîlî Mechûl“ yanî Kujer ne diyar e. Bi destê wan kujerên ku goya ne diyar bûn, bi dehan ronakbîrên Kurd hatine kuştin, yek ji wan Musa Anter bû. Piştre diyar bû ew bi destê kê hatiye kuştin.

Eger helwesta partî û hêzên Kurdên Sûriyê tenê belavkirina belavokan be, eger helwesta wan tenê şermezarkirin be, wê demê wê siyasetvanên Kurd yek bi yek li pey hev werin revandin û piştre jî kuştin.

Şermezarkirin tenê ne bes e, hinekî xwe bilivînin, cesaret bikin û kujer destnîşan bikin, kujer bigirin.

Di serî de ev ji PYD tê xwestin.

Çima?

PYD li meydanê û di nava karê rojane yê pratîk de, hêzeke xurt e. Çekdarên wê hene. Ji belavkirina mazotê, nan, av û zeytê bigirin heta kontrolkirina riyan, sînoran, çêkirina dadgehan, birêvebirina dibistanan û her tiştê din di bin destê wê de ye.

Eger li rojavayê Kurdistanê hêzên dewletê tune ne, desthilatdariya rêjîma Baas tune ye û PYD hakim e, wê demê çi çêbibe, divê PYD ji ber ve berpirsiyar were dîtin.

Mesele ev e.

Bajarek di destê te de be, yanî di pratîkê de tu dewlet bî, yek rabe nîva rojê “teqe teq teq” însanekî bikuje tu jî bêdeng bî, nabe!

Li aliyê din.

Berpirsiyariya Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ne tenê belavkirina daxuyaniyekê ye, lê belê girtina Qatil e, rêlibergirtina tesfiyekirina siyasetvanan û standina helwesteke kurdewarî û weke navê xwe giran e.

Kurd ji we dixwazin hûn li pey Qatil kevin, qatil bigirin. Eger ne wiha be, wê hebûn û tunebûna we li cem Kurdan weke hev in, êdî hûn bê ittîbar bimînin, hûnê nikaribin  sibe 5 kesan li derdora xwe bibînin.

Dilbixwîn Dara

(Avestakurd)

 

Back to top button