Civak

Îro ji bo min rojeke taybet e

 

  

Roja duşemiyê 24.09.2012ê li bajarê Duhokê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê kevirê bingehîn yê avakirina firokexaneya navdewletî a Duhokê dana. Di merasimekê de ku, hijmareke konsulên biyanî, wezîr, parlamenter û berpirsên hizbî û hikûmî amade bûn, Nêçîrvan Barzanî peyvek pêşkeş kir.

 

Ev li jêr teksta gotara serokwezîrê Kurdistanê:

Mêvanên birêz hûn hemû bixêr bên ser çavan

Ez gelek bixêrhatina konsulên biyanî ku, îro li vir digel me beşdariyê di vê merasimê de dikin, dikim, bi taybetî xêrhatina wan dikim yên ku, ji Hewlêrê hetîn û ev rêya dirêj birîn ku beşdariyê di danan kevirê bingehîn yê firokexaneya Duhokê de bikin, ev jî nîşana beşdariya wan a di avadanî û xweşkirina jiyana xelkî de ye, bi xêr bên serçavan.

Bi germî bixêrhtina endamên parlamentoya Îraqê ku, hatine vira dikim, bixêrhatina cîgirê wezîrê guhastinê yê Îraqê dikim û wezîr û cîgirê wezîrê hikûmeta Kurdistanê dikim, hûn hemû bi xêr bên serçavan.

Îro ji bo min û xelkê Duhokê rojeke taybete. Ji bo min rojeke taybet e ji ber ku li ser dema kabîneya pêncem, min soz dabû firokexaneyeke modern bo wîlayeta Duhokê ava bikim, îro min ew soza xwe bi cî anî û ew emanet ji ser milên xwe rakir.

 

Ji bo we jî (xelkê Duhokê) rojeke taybet e, ji ber ku, ev ji mêje xelkê wîlayeta Duhokê daxwaza firokexaneyekê dikin û gelek caran bi gilî û gazinde digot: Çima bes wîlayeta me bê firokexan ye?

Ew gazinde gazindeyeke adil bû, ji ber hindê her li bîra me bû, heta ku ew roj hatî û ew xewin bû hêvî û ew hêvî bû piroje.

Îro em hemû gihiştin armanceke hevpişk. Ji bo me hemûyan , ji bo wîlayeta Duhoka xweştivî û hemû Kurdistanê, ev piroje pîroz be.

 

Birêzan

Ne gelek ji mêjeye em ji dûkela çekên kîmiyayî û enfalan derketîn li bîra me ye, me ava paqij ji bo fexarinê nebû. Piraniya rêyên Kurdistanê rêyên leşkerî bûn. Gundên me hemû hatibûn wêrankirin. Heta sala 2003ê rijêma Sedam gef li hebûna me dikir. Têkeliyên me digel cîhanê bi rêya dewletên cîran bû, ev zeviya dê firokexane li ser bê avakirin, hem hatibû erebkirin û hem jî, ji bo rawestandin û bêdengkirina daxwazên rewayên gelê me, baregayê leşkerê Îraqê bû.

Lê xebat û xweragiriya xelkê Kurdistanê, piştevaniya dostên gelê me li cîhanê em gihandin vê rojê ku, kevirê bingehîn bo firokexaneyeka navdewletî li Duhokê jî bê danan û bi vî awayî hemû wîlayetên herêma Kurdistanê bûn xwedî firokexane. Ev, berî pirojeyekî stratejîk be bo Duhokê, ew destkeftiyeke netewî ye.

Herwesa, ev piroje nîşana birîna qonaxeke mezin e di avdanî û pêşkeftina welatê me de, nîşana hizira paşerojê ye ku, wîlayetên herêma Kurdistanê bi hev re bn girêdan û herêma Kurdistanê jî, bi rêya geştên asîmanî, bi Îraq û cîhanê ve bê girêdan, ev pirojeye nîşana derbasbûna wîlayeta Duhokê ji qonaxa pêşkeşkirina xizmetên jiyana rojane bo xelkê Duhokê, ber bi pirojeyên stratejîk li vê deverê ye. Hem dê xizmeta sektora aborî, bazirganî û torîzmê bike û hem jî dê wîlayeta Duhokê bi cîhanê ve girê bide û Duhok dê bibe pireke din di nevbera herêma Kurdistanê û cîhanê de.

Herwesa dê xizmeta revenda kurd li derve bike ku, hêsantir hevbendî û têkeliyên bi welatê xwe re deynin. Ev dê xizmeta wan û herêmê bike ku, zêdetir bikarin pişkdariyê di avadanî û pêşdebirina deverên xwe de bikin û rola xwe baştir di avadankirina Kurdistanê de bilîz in.

Ev firokexane dê xizmeta sektora tûrîzmê jî bike û em pêşbîniya pêngaveke mezin di vê sektorê de li vê deverê dikin. Di ware sektora bazirganî û hilbirînê de dê rola firokexaneyê hêşta berçavtir be. Ev hemû, dê xizmeta xelkê me yê xweştivî li wîlayeta Duhokê bikin û ez pêşbînî dikim ku, firokexaneya Duhokê dê hemû biyavên jiyanê zîndî bike û li devera Duhokê pêşde bibe.

 

Birêzan

Pêşkeftina herêma Kurdistanê di van salên borî de û derbasbûna karên kûmetê ji xizmetgozariyên rojan e bo pirojeyên stratejîk û avakirina infrastruktura, rastiyekê ji me re eşkere dike ku, her miletekê biryara xwe hebe, dê bikaribe welatê xwe ava bike. Ew dema ku biryara me di destê xelkê din de bû, welatê me dihate wêran kirin. Xelkê me li ber sitem û zordariyê bû, îro, bi xêra serê xebata pêşmerge û miletê me, bixêra xûna şehîdên me, bi xêra sere xelkê xweragirê Kurdistanê, piştî serhildanê û heta nemana rijêma Bexdayê, em di azad in û em dê welatê xwe ava kin. Êdî em bi tu awayî razî nabin paşde veger in. Miletê me jî, piştî bi dehan salên xebatê û hezaran şehîdan qebûl nake em rawestin yan paşde biçin. Ji bilî pêşkeftin, avadanî û şaristaniyê me tu rêyên din nîn in.

Me welatê xwe bi xûna qaremanên xwe azad kiriye, em dê şev û roj kin hev û dê welatê xwe baştir û zûtir ava kin. Ev sozeke em didin şehîdên xwe, didin herkesekî/ê dilopeke xûnê bo azadiya Kurdistanê da be. Em ji tu pêngavan ku, xizmeta miletê me tê de be, poşman nabin, em paşerojele ronak bo xelkê Kurdistanê dibîn in.

Ev pirpjeye xeleka yekem e ji zincîreke pirojeyên stratejîk. Îro dê kevirê bingehîn bo vî pirojeyî danîn. Piştî demek din dê kevirê bingehîn bo pirojeyekî din yê stratejîk li wîlayeta Duhokê deynîn, ew jî pirojeyê rafîneriyê ye ku, dikare dipaşerojê de berfireh bibe û bibe fabrîkaya patrokimiyayê li vê deverê.

Devera bazirganiya azad li Zaxoyê dê bibe bazarekî navdewletî, ew jî dê bi hezaran delîveyên karî peyda bike û dê bibe senterekî çêkirina hevbendiyên bazirganî li sêgoşeya sînorî, û dê aşitiyê û pêkvejiyanê li deverê bi cî bike.

Birêzan

Firokexane bo herêmeke girtî a weke Kurdistanê, cîyê benderên deryayî digire. Her firokexaneyeke li Kurdistanê ava bibe, bo me, bi tenê benderekî asîmanî nine, bo me rêyeke sînorbire û me bi dinyayê ve girê dide. Berê dihat gotin ku, Kurdistan welatekî daxistiye, lewra bê piştgirî ye û pêş nakeve, tecrûbeya Kurdistanê di salên borî de, ev dîtin şaş derxis û avakirina firokexaneyan li hemû wîlayetên Kurdistanê, rêyeke bo vebûnê ber bi dinyaya derve. Rêyeke em pê welatekî daxistî li hember hemû diyayê vedikin.

Herwesa firokxaneya Duhokê dê bibe xeteke asîmanî navbera wîlaywtên Duhokê. Bi vê firokexaneyê em dikarin hizira xwe id xurtkirin û berfirehkirina xetên asîmanî yên navxwe jî de bikin, nexasime, di navbera wîlayetên ji hev dûr, weke Duhok û Silêmaniyê. Yan di navbera wîlayetên Kurdistan û Îraqê de.

 

Bê şik, ev firokexane bi tenê xizmeta wîlayeta Duhkê û herêma Kurdistanl nake, dê xizmeta xelkê wîlayeta Mûsil jî bike. Hêj dûrtir, dibe ku xizmeta deverên ser sînor ên Suriye û Tirkiyeyê jî bike, nexasime ew cîyên dûrî firokexaneyê ne. Ev jî fêdeyekî din e ku, firokexaneyên herêma Kurdistanê bi her du dewletên cîran ve girê bide û hevbendiyên me digel wan xurtir lê bike û xizmeta hevbendiyên civakî jî li deverê bike.

Li dawîyê ez dixwaz im bi nave hikûmeta herêma Kurdistanê û xelkê wîlayeta Duhokê sipasiya wezareta guhastinê a hikûmeta federal bikim ku, cenabê wezîrê û cîgirê wî û hemû kadiroyên wezaretê, bêy alîkarî û piştevaniya wan, ev pirojeye da gelek gîro be. Herwesa kompaniya (Dar El-hendese) a lubnanî ku dîzayîna vê firokexaneyê danaye tevî wan sipasiyeke gerim li kompaniya ADPI dikim.

Herwesa daxwaza serkeftin bo kompaniya Makoil dikim ku, tenderê avakirinê wergirtiye.. hêvîdarim bi zûtirîn wext û baştirîn awayî ev pirojeye bê encam dan.

Sipasiyeke taybet li tîma firokexaneya Angen ji Koreya Başûr dikim ku, dê serperiştiya vê pirojeyî bike. Berhemê vê hemû hevakriyê di bibe firokexane bo xelkê Duhokê. Em dê li hêviya ewê rojê bin, bi hev re şîrîniya encamdana vî pirojeyî bixon

 

24.09.2012/Duhok 

 

Back to top button