PolîtîkRojev

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Tirkiyê kir

Roja28.07.2021 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Aliriza Guney Balyozê nû yê Tirkiye li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de Serokê Herêma Kurdistanê, pîrozbahiya destbikarbûnê li balyozê nû yê Tirkiyê li Iraqê kir û ji bo wî hêviya serkeftinê xwest.

Li hevdîtinê de ku Konsolê Giştî yê Tirkiye li Hewlêr amade bû, peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraq li gel Tirkiye hate guftûgo kirin û her du alî daxwazên xwe yên ji bo pêşxistina bi hemû warên peywendiyê de dûpat kirin.

Rewşa Iraq û navçeyê bi giştî, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê, rewşa belavbûna pejika Kovid- 19 li Iraq û Tirkiye, şerê dijî terorê, metirsiyên Da’îş û çend babeteke girîng û hevbeş bûn, mijarên dinên vê hevdîtinê bûn.

Back to top button