Li Tirkiye qiraxê behra Sipî li devera navçeya Manvgat a girêdayê bajarê Antalyayê agir bi daristanê ket û qadek gelek mezin dişewite. Li bejahiyê û hewa de midaxele tê kirin lê rê li firehbûna agir nayê girtin.
Li gora daxûyaniya qeymeqamê manvgatê, heta wek îro felaketek bi vî awayî nehatiye dîtin, pileya germahîyê digihe 40-45ê, bayek bi hêz tê ev jî agir behtir belave dike. Qeymeqam dibêje ku, me gelek gund vale kirine, dibêjin li hinek cihan xelkek maye di nava qada agirî de, lê heta wek niha tu agahdariyek tuneye ku hineka jiyana xwe ji dest daye.
Ji bilî Manavgatê li devera Mersîn û Edeneyê jî agir bi daristana ketiye û hewldanên vemirandinê berdewamin.
Güncelleme: 28/07/2021 17:28