Parlementoya Belcîkayê komkujiya Kurdên Êzidî ya ji aliyê rêxistina DAIŞê ve weke jenosîd qebûl kir.
Parlementoya Belcîkayê roja 15ê Tîrmeha 2021ê ji bo bi fermî naskirina komkujiya Kurdên Êzidî weke jenosîd civiya û ev proje pesend kir.
Hemû partiyên di parlementoya Belcîkayê de, li ser pirsa komkujiya Êzidiyan yekdeng bû û ji 150 endamên parlamentoya wî welatî 139 parlamenteran di naskirina komkujiya Kurdên Êzdî weke jenosîd de dengê xwe bi kar anîne û hemûyan dengê belê dane.
Ev proje-biryar ji aliyê Parlamenrê Partiya Krîstiyanên Demokrat George Dallemagne ve hatobû pêşniyarkirin û 30 Hezîrana îsal jî ji aliyê Komîteyên Derve ya parlementoya Belcîkayê proje hatibû pesendkirin.
Parlamentoya Belcîkayê dibe duyemîn parlamento piştî Parlamentoya Hollandayê ku wê komkujiyê weke jenosîd nas dike.