Toreya Rojnamevanên Kurdên Sûriyê derbarê girtina nivîsgehên Kurdistan24ê li Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir û tê de hatm “Tora Rojnamevanên Kurdên Sûriyê biryara Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a girtina Nivîsgeha Kurdistan24ê li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rawestandina peyamnêrên wê ji karkirinê şermezar dike, piştî ku moleta tomarkirinê di bin benda ‘handankirina gotinên kîndariyê û tundûtûjiya di navbera welatiyan de’ Hilweşand.”
Toreya Rojnamevanên Kurdên Sûriyê diyar kir, “Li gor biryara girtinê, Daîreya Ragihandinê ti belgeyeke yasayî li dijî nivîsgeh û peyamnêran pêşkêş nekirin ku wan pîvanên Rêveberiya Xweser binpê kirine, lê belê gotinine giştî li ser siyaseta wê kenalê kirin û ew tometbar kir ku ‘handankirina gotinên kîndariyê û tundûtûjiya di navbera welatiyan de’ dike, ku ti pêwendiya peyamnêran pê nîne û pişta xwe bi yasaya ragihandinê ya berî demekê pesend kiriye girê da û berûvajî armancên xwe bi kar anî, bi taybet ku Daîreya Ragihandinê ti hûrgiliyên şaşîtiyên nivîsgehê li gor şîrovekirina naverokê û pîvanên pîşeyane zelal nekir.”
Herwiha di daxuyaniyê de hat: “Toreya Rojnamevanên Kurdên Sûriyê dilgiraniya xwe ji biryara girtina nivîsgehên ragihandin yên bi awayekî pîşeyane û li gor pîvanên navdewletî kar dikin nîşan dide û binpêkirina azadiya rojnamegeriyê li herêmên Kurdî şermezar dike. Herwiha daxwaz ji Daîreya Ragihandinê dike ji biryara girtina nivîsgeha Kurdistan24ê û rênimayên ku di vê çarçovê de werin girtin bi paş ve vekişe. Tekez dike jî, divê yasa di xizmeta azadiya karê rojnamegeriyê de û li gor belgeyên navdewletî bin.”