Serkirdeyên Hevpeymaniya Yekîtiya Netewî êrîşa PKKê bo ser hêzên Pêşmerge bi tundî şermezar kirin û daxwaz ji civaka navdewletî û Neteweyên Yekgirtî kirin rola xwe aktîv bikin û aloziya ku PKK’ê li Herêmê Kurdistanê dirust kiriye, çareser bikin.
Hevpeymaniya Yekîtiya Netewî ku ji 5 partî, sazî û rêxistinên Aşûrî, Siryan û Kildanî pêk tê, duhî serkirdeyên wê li nahiya Eynkawa ya ser bi Hewlêrê ve civiyan û di civînê de êrîşa çekdarên PKKê li ser hêza Pêşmerge ya li çiyayê Metîna li devera Amêdiyê ya tê de 5 Pêşmerge şehîd bûn, bi tundî şermezar kirin û bi pêwîstî zanîn ku divê PKK û artêşa Tirkiyê şerê xwe ji ser xaka Herêma Kurdistanê û Iraqê dûr bibin.
Serkirdeyên Hevpeymaniya Yekîtiya Netewî tekez kirin, şer û tundûtûjî ne çareserî ye û divê her du alî li çareseriyên aştiyane bigerin. Herwiha daxwaz ji civaka navdewletî, Netewên Yekgirtî û Encûmena Asayişa Navdewletî kirin, rola xwe aktîv bikin û wî şerî rawestîne ku bûye sedema valabûna bêtirî 29 gundên Kirîstiyanan li deverên Duhok û Zaxo û bi sedan malbat koçber bûne