PolîtîkRojev

Daxûyaniya wezareta Pêşmerge

Wezareta Pêşmerge, bûyera li nahiyeya Derkarê ya Zaxo û şehîdbûna pêşmergeyekî şermezar kir û ragihand, “ew bûyer di berjewendiya dijmin û nehezên gelê me de ne.” Wezareta Pêşmerge peyamekê jî arasteyê PKKê dike û dibêje: “Hêzên PKK divê vê yekê fêm bikin, bi van core kiryaran ti armancek pêk nayê û tenê gelê me berdêla mezin dide.

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê têkildarî bûyera îro ya li nahiyeya Derkarî ya Zaxo û şehîdbûna pêşmergeyekî daxuyaniyek belav kir û bûyer bi tundî şermezar kir.

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Îro demjimêr 07:30 serê sibehê li navçeya Şeranş li nahiyeya Derkarî ya qezaya Zaxoyê, careke din di berdewamiya wan bûyerên nexwestî yên çend rojên bihorî de, pêşmergeyek bi navê Rezvan Mihemed Elî şehîd bû.”

Wezareta Pêşmerge dibêje: “Di nava sê rojên bihorî de, ev cara duyem e ku bûyerên nexwestî yên bi vî awayî rû didin, em wek Wezareta Pêşmerge wan core bûyeran bi tundî protesto dikin, ku herî dawî di berjewendiya dijmin û nehezên gelê me de temam dibe.”

Di daxuyaniya xwe de, Wezareta Pêşmerge bang li tavahiya hevpeymanan û hikûmeta Iraqê dike, ji bo nîşandana rola xwe ya aktîv û bibandor di rawestandina wan destdirêjiyan û parastina navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, tevî hêzên Pêşmerge rola xwe bilîzin.

Wezareta Pêşmerge peyamekê jî arasteyê PKKê dike û dibêje: “Hêzên PKK divê vê yekê fêm bikin, bi van core kiryaran ti armancek pêk nayê û tenê gelê me berdêla mezin dide. Hêzên Pêşmerge di asta berpirsyariya mezin a li ser milê xwe dibin, ji bo parastina bajar û gundan, xelkê Kurdistanê û destkeftên Herêma Kurdistanê yên wek hikûmet û parlamento û saziyên din.”

Herwiha Wezareta Pêşmerge sersaxiyê ji malbat û hevsengerên wî pêşmergeyî re dixwaze ku îro li nahiyeya Derkarê ya Zaxoyê şehîd bû û ji bo birîndarê bûyerê jî hêviya zû başbûnê dixwaze.

Wezareta Pêşmerge tekez dike: Parastina werweriya axa Herêma Kurdistanê karê me yê herî sereke ye û em rê nadin ti hêzek û aliyek metirsiyê li ser sînorên me çê bike.

Di berdewamiya daxuyaniyê de tê gotin, Wezareta Pêşmerge bi mafê xwe dibîne ku bi hemû hêzên demokratxwaz û welatên dost re ragihîne ku erkê Pêşmerge parastina aştî û azadiyê û têkoşîna li dijî terorîstên DAIŞê ye, ne şerekî nexwestî yê destdirêjîkarî.

Îro serê sibehê li sînorê nahiyeya Derkarê ya ser bi qezaya Zaxo ve pêşmerrgeyek şehîd bû.

Back to top button