Nivîsar

Divê medya nêzikê PDKê behsa rastiya PKKê bike!

Beşek siyasetmedar, rewşenbîr û xelkê  ku xwe li ser rêbaza Barzanî dibîne gazinda ji medya li ser PDKê ve dikin. Taybetî siyaseta medya nêzikî PDK di derbarê PKK/HDPê de rexne dikin. Medya li başûr gerek ji berî her tiştekî berjewendiyên başûrê Kurdistanê biparêze , ne ku bi navê bê aliyê propaganda HDPê bike.

Gelek cara dema bûyerek li bakurê Kurdistanê û Tirkiye rû dide kanalên wek Kurdistan 24, Rûdaw heta radeyekî Kurdistan Tv siyasetmedarên nêzikî PKKê ,parlementerên HDPê ji bo nirxandina tînin bernameyên xwe yên taybet û pirsa ji wan dikin. Di rastiya xwe de ev yek başe, lê dema bûyereka PKKê rû dide bangî heman siyasetmedaran nakin. Niha li Kurdistanê encama êrîşeka çekdarên PKKê, 5 pêşmergeyên Kurdistanê şehid bûn  û hinek jî  birîndarin. Çekdarên PKKê kemînek li himber pêşmergeya danî û bi xiyanetî ew şehid kirin.

Li vê derê pirs ev e, gelo ji bo çi wek her care di vê derbarê de bangî parlementerê HDPê yên wek Imam Taşçier nakin? Ji bo çi bangî siyasetmedar û hevalbendên HDPê nakin naxwazin ew nirxandinekî li ser vê bûyerê bikin?  Ji ber ku ew nayên û nikarin rexna li PKKê bikin.

Ev yek xaleke gerek her kurdek ku di derbarêî vê bûyerê de bûyî xwedî helwest serê xwe li ser vê yekê biêşîne. Ji aliyek din ve, propaganda PKK/HDPê yan jî propagandeyek taybet ku ji bo Selahatin Demirtaş tê kirin, armanca siyasetek dizayn kiriye yan ji bo çi ev yek tê kirin? Xwezî ewên bernameya çêdikin bikaribûna bi zimanek vekirî û ehlaqekek rojnemevanî behsa vê rastiyê bikiran.

Bû guman ev kesên van bernameya çêdikin komplekseka wan li himber PKK/HDPê heye. Cardin heyfa mirov li van kesayetan tê û gelo çewe kesayetek ku îdia dike li ser rêbaza Barzaniye û xwe li himber siyasetek dijminê Kurdistanê biçûk dibîne û dikeve di nava kompleksekî nivs bûnê de.

Di vê Qonaxê de Kurdistan deravek zehmetre derbas dibe, derdor û seri de PKK/HDP û hemû hevalbendên wan êrîşê başûrê Kurdistanê û xeta netewî dikin. Êrîşê rêbaza Barzanîyê nemir ya Kurd û Kurdistaniyê dikin. Nabê bi tu awayî mirov ji van re bibe palpişt.

PKK ,KCK û  medya wan bi awayek program kirî êrîşê PDKê dikin. Sedema vê vekiriye. Hewldidin  serweriya başûrê Kurdistanê têkbidin. Hewldidin xeta netewî ji holê rakin. Ji bo vê xeteriyê nabe medya nözikî PDKê tê naskirin şerê xwe bi xwe bike.

Hinek partiyên bakurê Kurdistanê di derbarê êrîşa PKKê de helwesta xwe eşkere kirin. Lê heta vê gavê tu deng ji M.Emin Kardas û ji Sertac Bucak derneketiye.Qaö serokê PDK-Bakur û TKDPê ne. Gelo sedemek taybet heye? Ji bo çi dereng mane? Berê di cihde ji berî herkesekî diqiriyan. Lê iha?

Bê guman herkesek sedemê van tiştan dizane, lê mixabin behsê nayê kirin. Siyaset ne berjewendiyên têrxwarin û kesayetiye. Siyaset, ramane, helwest e û kesayet e.

Nûçe/Analîz

Back to top button