Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî roja 5ê Hezîrana 2021ê derbarê êrîşa êrişa PKKê ya li ser Hêzên Pêşmerge peywendiyeke telefonî ligel Serok Barzanî encam da û ew êriş şermezar kir.
Ofîsa Ragihandinê ya Serok Barzanî diyar kir ku Mistefa Kazimî ji ber şehîdbûna 5 pêşmegeyan serxweşî xwest.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Serok Mesûd Barzanî û Mistefa Kazmî li ser “girîngiya berdewamiya hemahengiya di navbera Hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê de, ji bo parastina sînoran û vegerandina aramiyê bo wan deveran û rêgirtina li ber her destwerdanekê bi girîngî zanîne.