CîhanRojev

Tirkiye: Divê projeya Ovakoy pêkwerê

Tirkiye piştî 7 sala konsulusxaneya xwe ya giştî li Musilê vedike. Konsulusê giştî yê Tirkiye li Musilê di derbarê vekirina konsulusxaneyê de daxûyaniyek da û dibêje: Em ji bo xelkê Iraqê cihê baweriyêne. Heçî kesên ji van deveran direvin xwe li Tirkiye digrin.

Konsulus Mehmet Kuçuksakal berdevamiya daxûyaniya xwe de dibêje: Dî demek nêz de serokkomar Erdogan serdana Iraqê dike. Divê projeya deriyê Ovakoy bikeve rojevê ev proje daxwaziya xelkê Musilê ye jî.

Projeya deriyê Ovakoy, ewe ku ji bilî deriyê Brahim Xelil, deriyek din vekin da ku bê ku bikevin axa Kurdistanê de rasterast herin Musil. Herweha baypass kirina axa Kurdistanê û taybetî jî deriyê Brahim Xelile.

Ev yek projeyeka Tirkiye ya bi dilê Iraqêye jî. Dixwazin Kurdistanê baypass bikin ê heta bi awayekî ablokayekî li dora başûrê Kurdistanê bi vê projeyê pêkbînin.

Back to top button