Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Amerîkayê kir ku ji Şêwirmendê di Wezareta Derve ya Amerîkayê Derick Scholey, Kordînatorê Koşka Spî yê Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê Bet McGurk, Alîkarê Wezîrê Derve yê Karûbarên Rojhilata Navîn Joe Hudd û Cîgirê Wezîrê Berevaniyê yê Karûbarên Rojhilata Navîn Dana Strol pêk hatibû.
Di vê hevdîtinê de ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî amade bû, behsa pêşxistina pêwendîyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka de û pêşhat û guherînên dawîyê yên Iraqê û deverê hat kirin.
Şandeyê Amerîkî silav û rêza Serokê Amerîka Joe Bidin gihandin Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û da xuyakirin ku hatina vê şandeyê tekezkrina giringîpêdana Serok û gelê Amerîka bi xurtkirina pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re ye ku hevpeymaniyeke girîng a Amerîka li deverê ye