Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken da xûyakirin ku nedibû gotara Serokê Amerîkayê ya derbarê komkujiya Ermeniyan de , berpirsên Tirkiye jî di nav de tu kesî matmayî bike. Blinken da xûyaakirin ku divê Tirkiye dest ji sîstema S-400 berde.
Antony Blinken di daxuyaniyekê de li Navenda Medyayî ya Biyanî li Washington, helwêsta Joe Biden di dema çend salên bûrî de zelal bû, dema ku endamê Kongirêsê bû herweha dema bangeşeya hilbijartinan jî, ji destpêka destbikarbûna wî jî weke serokê Amerîka, Joe Biden amaje bi wê yekê kiriye ku ewê girîngiyeke zêde bi mafên mirov û demokrasiyê bide.
Antony Blinken got jî, Joe Biden û Receb Teyyib Erdogan gotûbêjeke baş kirin û çavê wan li wê yekê ye ku hevdû bibînin, ji ber ku gelek war hene ku herdû welat têde kar bikin.
Blinken diyar jî kir, Tirkiyê hevpeymanekî girîng yê Amerîka û NATO ye, berjewendiyên wan yê hevbeşê herêmî û cîhanî hene û dixwazin pêwendiyên xwe pêş ve bibin.
Wezîrê derve yê Amerîka diyar jî kir, hinek cudahî di navbera herdû hikûmetan de hene û bi zelalî ji Tirkiyê re gotine, divê dest ji sîstema dijî mûşekan ya S-400 berdin.
Blinken got jî, bikaranîna sîstema S-400 berevajî hemû wan pabendiyan e ku hevpeymanên wan di lûtkeya Warşo ya sala 2016, ji bo kêmkirina piştgirêdan bi kelûpelên serbazî yê Rûsya li ser lihev kiribûn. Kirîna wê sîstema asayîşa Amerîka û teknolojiya û serbazên Hevpeymanên wan dixe metirsiyê de. Di heman demê de dibe sedema lawazkirina karkirina hevbeş di nava Hevpeymaniya NATO de.
Blinken amaje bi wê yekê da, ew bi hêvî ne Tirkiyê bigihe qonaxekê û wê pirsgirêkê çareser bike, girîng e Enqere û hevpeymanên din yê Amerîka di siberojê de ti corên çekên Rûsî nekirin.