Roja 25.04.2021 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Stavros Kîrîmîs Konsolê nû yê Yunanîstan li Herêma Kurdistanê kir.
Li hevdîtinê de Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê lêkir û hêviya serkeftinê jêre xwest, hemû hevkarî û piştgîriyeke xwe û Serokayetiya Herêma Kurdistanê jî ji bo serkeftina li kar û erkên wî da dûpat kir.
Birêz Konsolê nû yê Yunanîstan li Herêma Kurdistanê ji bilî spas û xweşhaliya ya bi hevdîtinê ragihand birêz Serok Wezîr û berpirsên dinê Yunanîstanê gelek girîngiyê peywendiyên me yên li gel Herêma Kurdistanê didin û gel û Hikûmeta Yunanîstanê bi rêzve li ezmûna we ya li Herêma Kurdistanê dinêrin.
Her du alî tekez li ser zêdetir pêşxistina peywendiyan bi taybetî li warê perwerdeyî û bazirganiyê da kir û rewşa Iraqê bi giştî, peywendiyên Hewlêr – Bexda, metirsiyên teror û serhildana Da’îş û çend pirseke dinê girîng û hevbeşbûn guftûgo kirin.