CivakRojev

Li Kurdistanê 1.277 kes bi coronayê ketin

1 xulek berê

Li Herêma Kurdistanê di rojekê de hezar û 277 kes bi vîrusa coronayê ketin û 14 nexweş bi koronayê jiyana xwe ji dest dan û 716 kes jî ji wê nexweşiyê baş bûn.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê dawîn amarên taybet bi vîrusa coronaya nû Covid-19 belav kirin.

Li gor amarên hatine belavkirin di dawîn 24 demjimêran de 9 hezar û 229 pişkinînên coronayê hatin kirin û di encama wan pişkinînan de hezar û 277 pêketiyên nû yên coronayê hatin destnîşankirin.

Her li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, di nava 24 demjimêran de 716  nexweşên coronayê baş bûne.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê aşkere jî kir ku di heyama rojekê de 3 kes  li Hewlêrê  û  4 kes Silêmaniyê bi giştî 7 kesan bi wê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane.

Li gel dawîn amaran, heta niha li Herêma Kurdistanê 140 hezar û 573 kes tûşî vîrusa coronayê bûne û ji wê hejmarê jî, 118 hezar û 168 kes baş bûne û 3 hezar û 390 tûşbûyên coronayê jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê careke din daxwaz ji xelkê kir ku pabend bin bi rênimayiyên tendirustî, dûrketina ji cihên qelebalix û bikaranîna mask û herwiha di demeke pêwîst be peywendî bi Hêla Germ a hejmar 122 bikin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button