PolîtîkRojev

Serok Nêçîrvan Barzanî li gel Serokê Encumena Bilinda Dadwerî civiya

Li berdewamiya serdana xwe ya Bexdayê, êvariya îro şemî 10.04.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel birêz Fayeq Zêdan Serokê Encumena Bilinda Dadweriya Iraqê û hejmareke ji Dadwer û Serokê Dadgehan civiya.

Li civînê de Serok Nêçîrvan Barzanî destxweşiyê li Encumena Bilinda Dadwerî û bi taybetî birêz Zêdan ya ji bo hewl û rola wî ya erênî ya li yekalîkirin û çareserkirina kêşeya hemwarkirina yasaya Dadgeha Federalî û damezrandina dadgehê kir ku biryare li paşerojeke nêzîk da destbikar bê û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest.

Her du alî rijd bûn ku erkê Dadgeha Federalî dijwar û girînge kar û biryarên wî û yekalîkirina kêşeyan, rengvedana sîstemeke bi hêz ya dadgeriyê bê û baweriya tevahiya pêkhatên Iraqê bihêztir bike û hemû li vî derbarî de bi tevahî hest bi piştrastiyê bikin.

Li beşeke dinê civînê de tekez li ser girîngî û pêwîstiya alîkarî û hemahengiya di navbera saziyên Dadweriyên Federal û Herêma Kurdistanê da kirin û çendîn babetên dinê di derbarê desthilata dadwerî û sazî û damezraweyên dadwerî guftûgo kirin.

Back to top button